1. bi sêrî de weke afirandeyeke şanoyê hatiye afirandin. dûv re weke pirtûk hatiye veguherîn. şano a li benda godot bi aliyê rexnegiran ve nehatiye ecibandin û rexneyên giran û tûj lê hatine kirin. di heman demê de bi aliyê temaşegeran ve jî nehatiye ecibandin. ji ber wê weke du salan şano nayê peşkeş kirin. dûv 2 salan re di girtîgehekê de hatiye peşkeş kirin û şano bi aliyê girtiyan ve li piya hatiye çepik kirin. dema ku rexnegiran, serkeftina li benda gotot a di girtîgehê de dibihîsin, xebata xwe ya li ser afirandeyê dubare dikin û bi vî avayî li benda godot dibe afirandeyeke nemir. |
|
13.09.2014 14:10 |
nazim tolhildan
|
2. Navê pirtûka-şano ya samuel beckett e ku ji weşanxaneya kabalcı derketiye ye. Di sala 1948an de bi fransî hatiye nivîsandin. 124 rûpel e. Lîstikvanê şanoyê estragon , vladimir, pozzo, lucky û zarok e. Derhaqê van kesan de em tişteke kesinkes nizanin tenê dizanin ku serê wan de şewqeya melon heye. Û estragon û vladimir jî li benda godot in. Lê em dîsa nizanin ku godot keseke an jî tişteke. Pistî demeke lîstikvan wextan tevlîhev dikin û hişa wan serûbino dibe. |
|
10.07.2016 13:07 ~13:09 |
gulêê
|
3. pîrtûka ku mirov li ser girêdanka jêrin dikare bi kurmancî bixwîne |
|
11.07.2016 20:23 |
havka
|
4. vladimir: min qet te terk kir? |
|
05.07.2019 00:32 |
roza
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |